• Sunday, 21 July 2024
logo

Daxwaza azadkirina Demîrtaş hat redkirin

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Daxwaza azadkirina Demîrtaş hat redkirin
7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê ji ber ku wergera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi Tirkiya nehatiye, daxwaza serbestberdana hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş red kir.

Pişti Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar da ku divê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş di zûtirîn demê de serbest bê berdan, parêzerên Demirtaş ji bo serbest berdana wî serî li dadgehê dan.

7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê ji ber ku wergera biryara Mafê Mirovan ya Ewropayê bi Tirkiya nehatiye, daxwaza serbestberdana Demîrtaş wek hincet nîşan da û ew daxwaz red kir.

Dadgeriya Enqerê, ji ber ku biryara Mafê Mirovan ya Ewropayê bi Înglîzî xistine daxwaznameya serbestberdanê wek sedema redkirinê nîşan da û dibêje: “Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ji bo wergera bi Tirkî ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsandiye û hêj bersiv nehatiye. Ji ber wergera nivîsê biryayra ku ji aliyê parêzerên gumanbar ve hatine pêşkêşkirin nîne, nayê zanîn li ser kîjan serlêdana biryara DMMEyê ye û di derbarê kîjan sûcan da ye, lewma ji bo çavdêriya hiqûqî ne guncav e.”

Rudaw
Top