• Sunday, 21 July 2024
logo

Komisyona Ewropayê: Vaksîna Coronayê jiyana asayî bo me vedigerîne

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Komisyona Ewropayê: Vaksîna Coronayê jiyana asayî bo me vedigerîne
Li Ewropayê kampanya vaksînkirinê destpê dike û Seroka Komisyona Ewropayê jî dibêje, dema wê hatiye êdî dest bi jiyana asayî bikin.

Bi milyonan doz vaksînên herdu kompanyayên BioNtech Pfizer gehiştine 27 welatên Yekîtiya Ewropayê û îro xelk vaksînê werdigrin. Firoke û barhilgiran nêzîka 300 milyon doz vaksîn bi ser welatên Yekîtiya Ewropayê de dabeş kirine. Serokê Komisyona Ewropayê jî dibêje, dema wê hatiye êdî dest bi jiyana asayî bikin.

Derbarê mijarê de Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen got: “Me dest bi vekirina rûpelekî nû kiriye bi ser vê sala dijwar de, roj roja gihandin û kampanya vaksînkirina dijî vîrusa Coronayê ye li seranserê Yekîtiya Ewropayê. Di yek wextî de vaksîn gehiştiye hemû welatên Yekîtiya Ewropayê û xelk li Atîna, Roma, Helsinki, Sofya û her navekî tê bîra we vaksînê werdigrin.”

Yekîtiya Ewropayê 300 milyon doz vaksîna Pfizer û BioNtech kiriye, li gor hejmara akinciyên wan, vaksîn bi ser welatan de hatiye dabeşkirin. Almanya çaverê dike heta dawiya sale 1.3 milyon doz vaksîn werbigire û di sê mehên yekem ên 2021ê de jî 10 milyon dozen din.

Wezîrê Tendirustî yê Almanyayê Jens Spahn jî dibêje: “Ev peyama pîrozbahiya Christmasê ye, barhilgir niha li ser rêyên Ewropayê belav bûne bo gihandina yekem vaksîn. Du sibe vaksîna zêdetir tê dabeşkirin. Ev vaksîn mifteya jinavbirina wê vîrûsê ye. Kilîla dubare bidestxistina jiyana me ye.”

Welat destpêka vê hefteyê yek bi yek vaksîna Pfizer û BioNTech ji barhilgiran tînin xwarê û vediguhêzin nav frêzeran. Vaksîn divê 70ê pile di jêr sifrê de bê hilgirtin. Fransa heta havîna 2021ê yekê bi kêmanî 27 milyon ji 67 milyon hejmara akinciyên xwe vaksîn dike.

Serokê Komeleya Dermanxaneyên Parîsê Franck Huet jî wiha axivî: “Di nav frêzerên me yên bihêz de, em dikarin heta şeş mehan hilgirin heta dema biserdeçûna wan tê, di 80ê pileyên slîzî de ti pirsgirêk dernakeve. Ya rast gihandina wan di keş û hewayeke sar de dibe, di pileya 2 bo 8ê slêzî de tên veguhestin, di wê sindoqa di nav de tên hilgirtin, dikarin pênc rojan xwe biparêzin, her gihandinek tarîx û demjimêra biserdeçûnê heye daku hemû dermanxane ku vaksîn digihe wan, bizanin ew sindoq bo wan pênc rojan vaksînê diparêze.”

Nêzîkî 25 milyon kes li Ewropayê bi Covid-19ê ketine, 520 hezar kes jî mirine, vîrûsa nû ya Coronayê ku di encama xwe guhertinê de çêbûye, ji sedî 70ê bileztir tê veguhestin û rojane li welatan belav dibe, lê nûçeya dilxweşker ew e; Serokê Kompanya BioNtech piştrast dike ku vaksîna wan şerê vîrûsa nû jî dike. Vê jî wiha kiriye xelk zêdetir ber bi vaksîna Coronayê biçin, li gor rapirsiyekê li welatekî wek Almanyayê du li ser sisiyê xelkê amadebûna xwe pêşan dane vaksînê werbigrin.

Rudaw
Top