• Sunday, 21 July 2024
logo

Tevahiya xalên kontrolê radestî polîsên herêm hatin kirin

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Tevahiya xalên kontrolê radestî polîsên herêm hatin kirin
beriya niha di destê artêşa Îraqê de bûn.
Xalên kontrolê yên Mexmûrê di destê polîsên herêmî dene.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Mexmûrê ragihand ku îro danê sibê, tevahiya xalên ewlekarî yên kontrol kirin yên li devera Mexmûrê radestî hêzên polîs yên herêmî hatine kirin.

Peyamnêrê me eşkere kir ku ew xalên han di destê artêşa Îraqê de bûne û îro jî artêşa Îraqê bi temamî tevahiya wan xalên han radestî polîsên herêmî kirine.

Ji niha û pêde vê birêveberatiya polîsê devera Mexmûrê gerînendetiya wan xalan bike.
Top