• Sunday, 21 July 2024
logo

Rêxistinek: Tirkiye rûyê dîrokî yê kela Horî ya Efrînê diguherîne

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Rêxistinek: Tirkiye rûyê dîrokî yê kela Horî ya Efrînê diguherîne
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, dewleta Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, li Efrîn destkariyê di kela Horî ya şûnwarî de dikin û rûyê wê yê dîrokî û nasnemaya wê ya kurdî diguherînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efîrnê di raportekê de belav kir, “Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi hinceta nûjenkirinê, rûyê dîrokî yê kela Horî û nasnameya wê ya kurdî diguherîne û wê dike mizgeft.”

Diyar kir jî, “Dewleta Tirkiyê bi vî karî hewl dide nasnameya kurdîbûna Efrînê û demografiya wê biguhêrîne. Herwiha her tiştî li wê herêmê, bi çanda tirkî ve girê bide.”

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, li gor peymana Lahay a parastina milkên çandî di dema şeran de a di Gulana 1954an de hatiye danîn û di sala 1991an de hatiye sererastkirin, divê milkên çandî bêne parastin û neyin rûxandin û wêrankirin. Herwiha divê ji dizî û talanê jî bêne parastin.

Wê rêxistinê diyar kir, li şûna ku cihên şûnwarî yên Efrînê bêne parastin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de kar dikin, tawanên şer li hember milkên giştî û cihên şûnwarî yên Efrînê dikin.

Li vir hêjayî gotinê ye ku reporta Komîteya Lêkolînê ya Serbixwe ya derbarê Sûriyê de di raporta xwe ya 02.10.2020an de diyar kir, grûpên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan de) cihên olî û dîrokî yên gelekî girîng li Efrînê wêran kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporta xwe de bang li rêxistinên navdewletî, UNESCO, rêxistinên girîngiyê didin pirsên çandî, dîrokî û şaristanî destêwerdanê bikin û cihên dîrokî û şûnwarên Efrînê ji dagîrkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar biparêzin.

Li gor raporên pêştir ên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 40 cihên dîrokê, mezargehên olî û şûnwar hatine kolandin, dizîn û talankirin.

K24
Top