Ji xelkê Batîfa bo PKK û Tirkiye: Cihê şerê we ne ev der e
Ji ber berdewamiya şerê gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê ve, 30 sal in deverên sînorî yên navçeya Batîfa aramî û ewlehî nedîtine, ji ber wê yekê jî gelek ziyan gihîştine xelk û zeviyên wê deverê
Muxtarê gundê Keşanê Haşim Gulê ji K24ê re got: “Daxwaza me ji PKK û Tirkiya her duyan heye ku pirsgirêkên xwe yên siyasî bibin di nava erdên xwe de çareser bikin. Bila Herêma Kurdistanê nekin meydana nakokiyên xwe.”
Ji aliyekî din ve, ji be rev dever geştiyarî ye, ziyaneke mezin gihîştiye karta geştiyariyê.
Geştiyarnas Karwan Belêcanî dibêje: “Şerê PKK û artêşa Tirkiyê li vê deverê gelek bandora gihandiye karta geştûguzariyê. Bi berawirdkirina bi salên bûrî re, gelek bandora bombebaranê li vê deverê kiriye.”
K24