• Sunday, 21 July 2024
logo

Serokwezîr li gel balyoza Avustiraliyayê civiya

Gulan Media December 27, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel balyoza Avustiraliyayê civiya
avustiraliya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Avustiraliyayê kirin.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Avustiraliyayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 26/12/2020an me pêşwaziya balyoza Avustiraliyayê li Îraqê Joanne Loundes kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa Îraq, deverê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Avustiraliyayê kir.

Me herwiha nîqaş li ser derfetên geşe pêdana hemahengî û hevkarî di navbera her du aliyan û hêlbirîna kompaniyên Avustiralî li herêma Kurdistanê de kir bi taybetî di warê pîşesazî û çandiniyê de.
Top