Li Almanya rêjeya herî bilind ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin
Li gor daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya Almanyayê, di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 740 kes li Almanya bi Koronayê ketine. Bi vî awayî hejmara pêketiyan bi tevahî gihîşt milyonek û 554 hezar û 920 kesan.
Di 24 saetên dawîn da 962 kesên din ji ber vîrusê mirin û hejmara miriyan bi tevahî gihîşt 27 hezar û 968an.
Hejmara miriyên ku herî dawî hat eşkerekirin, ji destpêka belavbûna Koronayê ve heta niha rêjeya herî zêde ye.
Li gorî agahiyan, ji ber jimara zêde ya miriyan, cenaze tên şewitandin.