• Sunday, 21 July 2024
logo

Li Almanya rêjeya herî bilind ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin

Gulan Media December 24, 2020 Nûçe
Li Almanya rêjeya herî bilind ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin
Li Almanyayê ji ber vîrusa Koronayê ya nû (Kovîd-19) 962 kesên din mirin, ev hejmara herî bilind e ji destpêkê ve heta niha.

Li gor daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya Almanyayê, di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 740 kes li Almanya bi Koronayê ketine. Bi vî awayî hejmara pêketiyan bi tevahî gihîşt milyonek û 554 hezar û 920 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 962 kesên din ji ber vîrusê mirin û hejmara miriyan bi tevahî gihîşt 27 hezar û 968an.

Hejmara miriyên ku herî dawî hat eşkerekirin, ji destpêka belavbûna Koronayê ve heta niha rêjeya herî zêde ye.

Li gorî agahiyan, ji ber jimara zêde ya miriyan, cenaze tên şewitandin.
Top