• Sunday, 21 July 2024
logo

Hecî Efrînî: Dixwazin Kurdên Elewî koçber bikin

Gulan Media December 24, 2020 Nûçe
Hecî Efrînî: Dixwazin Kurdên Elewî koçber bikin
Nivîskar û çalakvan Hecî Efrînî ragihand ku li navçeya Mabatayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar li ser dorpêçkirina Mabatayê berdewam in û got: “Armanca wan êrişa ew e ku xelkê li wê derê mane bi zorê koçber bikin. Dixwazin guhertineke demografîk di herêmê de bikin. Sedema wê jî ew e ku xelkê wê derê hem Elewî û hem Kurd in.”

Xelkê bajarokê Mabata yê Efrînê, ji 5 rojan ve li ser destê çekdarên El Cebhe el Şamiye hatine dorpêçkirin, girtin û îşkencekirina wan berdewam e. Piştî Mabata, roja sêşemê çekdarên heman grûpê avêtine ser gelek gundên nahiya Mabata û gundî di nav malên wan de asê kirine û bi dehan kes girtine.

Ji 4 rojan ve, bajarokê Mabata yê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên grûpa el Cebhe el Şamiye ya girêdayî Tirkiyê ve hatiye dorpêçkirin û nişteciyên wî yên Kurd di nava malên wan de hatine asêkirin û kampanyayeke girtin û îşkencedanê li dijî gundiyan tê encamdan.

Kiryarên çekdarên el-Cebhe el-Şamiye li dijî gundiyan piştî wê yekê tên ku roja 18ê mehê, mîneke vedayî bi otomobîla fermandeyekî wê grûpên bi navê Emû Mihemed el Hezûrî de teqiya bû û ji encamê ew û du kesên din birîndar bûbûn.

Li go çavkaniyên ji navçeyê û tomarên dengî yên ku Tora Medyayî ya Rûdawê wergirtine:

Ji 19ê mehê ve, riyên bajarokê Mabata hatine girtin û xelk di nav malên wan de hatine asêkirin. Bi dehan kes ji temenên cuda hatine girtin û îşkencedan. Hinek gundî tevlî 2 û 3 kurên wan hatine girtin. Di nav girtiyan de 5 jin hene, navê 3ê jinan hatiye naskirin. Girtî rastî îşkenceya tund tên. Roja yekşemê, hejmarek ji girtiyan hatine azadkirin, lê hîn hejmarek girtî ne.

Hecî Efrînî, nivîskar û çalakvanê ji bajarokê Mabata, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa li nav wî bajarokî kir.

Nivîskar û çalakvan Hecî Efrînî got: “Êrişên bo ser bajarokê Mbatayê berdewam in û armanca wan êrişa ew e ku xelkê li wê derê mane bi zorê koçber bikin. Dixwazin guhertineke demografîk di herêmê de bikin. Sedema wê jî ew e ku xelkê wê derê hem Elewî û hem Kurd in. Lewma ew zêdetir dibin hedefa çekdarên girêdayî Tirkiyê.”

Bajarokê Mabata, 15 kîlometreyan li bakurê rojavayê navenda Efrînê dikeve. Tevahiya nişteciyên wî Kurdên Elewî ne. Roja 18ê adara 2018an, çekdarên opozisyona sûriyê ya girdayî Tirkiyê dest danîn ser bajarokê navborî.

Rudaw
Top