Trump: Bi mûşekên vî welatî li Bexdayê êrîşî me hat kirin
Donald Trump diyar dike: “Texmîn bikin ew mûşek ji ku hatine; Îran. Niha guhê me lê ye li ser wê yekê diaxivin ku êrîşeke din bi ser Amerîkiyan de li Iraqê dê were kirin.”
Trump herwiha dibêje: “Hinek şîretên min ên bi sihet hene bo Îranê; eger yek Amerîkiyek were kuştin, gunehê wî li stûyê Îranê ye. Bila baş bifikirin.”
Herwiha Donald Trump wêneyeke sê mûşekan li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye û dibêje ku ew ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Amerîkayê de hatine avêtin.
K24