• Sunday, 21 July 2024
logo

Trump: Bi mûşekên vî welatî li Bexdayê êrîşî me hat kirin

Gulan Media December 24, 2020 Nûçe
Trump: Bi mûşekên vî welatî li Bexdayê êrîşî me hat kirin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di tweetekê de ragihand: “Balyozxaneya me ya li Bexdayê roja yekşemê kete ber êrîşa mûşekî. Ji wan mûşekan sê mûşek neteqiyane.”

Donald Trump diyar dike: “Texmîn bikin ew mûşek ji ku hatine; Îran. Niha guhê me lê ye li ser wê yekê diaxivin ku êrîşeke din bi ser Amerîkiyan de li Iraqê dê were kirin.”

Trump herwiha dibêje: “Hinek şîretên min ên bi sihet hene bo Îranê; eger yek Amerîkiyek were kuştin, gunehê wî li stûyê Îranê ye. Bila baş bifikirin.”

Herwiha Donald Trump wêneyeke sê mûşekan li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye û dibêje ku ew ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Amerîkayê de hatine avêtin.

K24
Top