• Sunday, 21 July 2024
logo

Encûmena Wezîran encamên danûstandinên ligel Hikûmeta Federal gotûbêj dike

Gulan Media December 24, 2020 Nûçe
Encûmena Wezîran encamên danûstandinên ligel Hikûmeta Federal gotûbêj dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr pesnê hewlên Şandeya Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Hikûmeta Federal da ku du hefteyan li Bexdayê bûn û çend hevdîtin û kombûn bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Federal re kirin. Serokwezîr da xuyakirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti behaneyek ji Hikûmeta Federal re nehiştiye û di çarçêweya destûrê de hemû pabendbûnên xwe cibicî kiriye ji bo çareserkirina arîşeyan û gihîştin bi rêkeftineke dadperwerane ku maf û destkeftên darayî yên Herêma kurdistanê dabîn bike. Tekez kir ku em tu carî dev ji mafên xwe yên destûrî bernadin. Herwiha got ku mixabin mijara mûçe û mafên darayî li dijî gelê Herêma Kurdistanê bûye karteke fişara siyasî.

Serokwezîr daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, wek aliyekî sêyem beşdariyê di danûstendinên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bike, da ku maf û erkên her alîyekî xuya bin.

Înca Şanda Danûstandkar a Herêma Kurdistanê derencamên sardana xwe ji bo Bexdayê pêşkêş kir û ragihand; sedema serdana wê ji bo bidestanîna mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û mûçexuran e. Herweha behsa çawaniya rêkeftin li pişkê Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya sala 2021an kir ku ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve hatiye pesendkirin. Behsa naveroka guftûgoyên li ser bicihanîna yasaya tijekirina valahiya darayî kir. Şandeyê tekezî li ser wê yekê kir ku serdana wan a ber bi Baxdayê ve, bi mebesta cibicîkirina yasayê, ne ku danûstandinê li ser wê proseyê bike. Ew mercên ku li ser Herêma Kurdistanê bûn, ji alîyê Herêmê ve hatine bicihkirin û ti sedemek nemaye ji bo neşandina pereyan bo Herêma Kurdistanê. Ji ber vê Encûmena Wezîran tekez kir ku divê Hikûmeta Federal di zûtirîn dem de pişka Herêmê li gor wê yasayê bişîne.

Encûmena Wezîran herwiha biryar da, hûrgiliyên danûstandin û helwesta dawî ya rayedarên Bexdayê li hember maf û heqên darayî yên Herêmê, bixe ber Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî û raya giştî ya Herêma Kurdistanê.

Di beşa duyem a civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd pêşbîniyên xwe li ser dahat û xercî û kurtanîna li Herêma Kurdistanê bo sala darayî ya 2021ê û amadekariyên wezaretên peywendîdar ji bo gengeşekirina projeyasaya budceya giştî ya Herêma Kurdistanê bo sala 2021ê pêşkêş kirin. Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, çend pêşniyar û raspardeyên pêwîst ji bo rêkxistina xercî û bac û dahatên Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

Li ser bilindbûna buhayê dolarê li hember dînara Iraqî, Encûmena Wezîran, wezaretên peywendîdar raspart ku bi hûrgilî çavdêriya bazaran bikin û sînorek ji bo buhakirinê were danîn ku hinek kes dixwazin vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û zêdekirinê bargiraniyê li ser welatiyan weke derfet bi kar bînin.

Di beşeke din a civînê de, Encûmena Wezîran rewşa pandemiya koronayê û cûreya nû ya vîrûsê ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kir û Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî raporteke taybet li ser vê mijarê pêşkêş kir. Encûmena Wezîran biryar da, rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustî li cihên giştî û sektora taybet û fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin tundkirin.

Encûmena Wezîran bi boneya cejna jidayîkbûnê Christmas û sersala nû, pîrozbahî li xelkê Kurdistan û bi taybetî li xwişk û birayên Mesîhî dike û ji bo vê mebestê jî biryar da, rojên 27ê Kanûnê heta 2yê Çileya 2021ê, betlaneya fermî be li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

K24
Top