• Sunday, 21 July 2024
logo

Li Hewlêrê ji ber Koronayê sersal nayê pîrozkirin

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Li Hewlêrê ji ber Koronayê sersal nayê pîrozkirin
Parêzgariya Hewlêrê ragihand, ji ber Koronayê ti merasim û ahengek bi helkefta sersalê nayê lidarxistin.

Cîgirê parêzgarê Hewlêrê, Mesûd Kareş ji BasNewsê re got, bi armanca xweparastin li hember nexweşiya Koronayê û li ber çavgirtina rewşê, em wek parêzgariya Hewlêrê bi boneya sersalê ti merasim û ahengekê organîze nakin. Ji ber ku hîn Koronayê maye û gef e li ser canê welatiyan.

Cîgirê parêzgarê Hewlêrê da zanîn jî, ew mohletê nadin ti kesekî din jî bi helkefta sersalê merasim û ahengan organîze bikin û got, armanca me jî parastina tenduristiya welatiyan e.

Basnews
Top