Li Hewlêrê ji ber Koronayê sersal nayê pîrozkirin
![Li Hewlêrê ji ber Koronayê sersal nayê pîrozkirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1788ae44d66be2db0fa2265baedb914a_L.jpg )
Cîgirê parêzgarê Hewlêrê, Mesûd Kareş ji BasNewsê re got, bi armanca xweparastin li hember nexweşiya Koronayê û li ber çavgirtina rewşê, em wek parêzgariya Hewlêrê bi boneya sersalê ti merasim û ahengekê organîze nakin. Ji ber ku hîn Koronayê maye û gef e li ser canê welatiyan.
Cîgirê parêzgarê Hewlêrê da zanîn jî, ew mohletê nadin ti kesekî din jî bi helkefta sersalê merasim û ahengan organîze bikin û got, armanca me jî parastina tenduristiya welatiyan e.
Basnews