Erdogan: Em pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a azadkirina Demîrtaş nabin
Li gor rojnameya Hurriyetê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, di beşdariya civîna Desteya Bilind a AK Partiyê de derbarî biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan de axivî û got, hîn proseya hiqûqî ya navxweyî temam nebûye û hîn dadgehên Tirkiyeyê biryarên dawî nedane.
Erdogan got: “Dadgeha Mafên Mirovan, derbarî terorê de hemû biryaran dipejirîne, li dijî Tirkiyê biryaran dide û alîgirên xwe diparêze.” Erdogan diyar kir, ew pabendî biryarê nabin.
Li gor agahiyan, Desteya Rêveberiya AK Partî, biryara lêkolînkirina biryara Ewropayê daye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş de biryara xwe da û aşkere kir, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.
K24