• Sunday, 28 July 2024
logo

Polisan îşkence li 4 jinan û zarokekê kirin

Polisan îşkence li 4 jinan û zarokekê kirin

Li Amedê polîsan bi copên elektroşokê îşkence li 4 jinan û zarokekê kirin.

Polîsan li taxa Yunus Emre ya navçeya Rezana Amedê bi copên elektroşokê îşkence li 4 jinan û zarokekê kirin. Hat ragihandin ku dayika bi navê Gulsîme Yaztirmak (60) ya bi sê keçên xwe yên bi navê Şukran Tanguneş (28), Gurbet Çetîner û Nebîse Yaztirmak ji daweta xizmên xwe derdikevin û diçin mala xwe rastî îşkenceya polîsan hatin.

Dayika bi navê Gulsume Yaztîrmak got "Di êrîşê de polîsan zarokek 12 salî girtin û ew derbkirin. Piştî me xwest em zarok ji destê polîsan rizgar bikin em ber bi polîsan ve çûn. Polîsan li cihê bûyerê jî bi copên elektroşokê îşkence li me kirin."

Xendan
Top