• Sunday, 21 July 2024
logo

Serokwezîr li gel Serokê dezgeha asayîşa nîştimaniya Îraqê civiya

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel Serokê dezgeha asayîşa nîştimaniya Îraqê civiya
tekez li ser cîbicîh kirina rêkeftina Şingalê kirine.
Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê dezgeha asayîşa nîştimaniya Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe wisa nivîsand;

Roja sêşem 22/12/ 2020an me pêşwaziya Serokê dezgeha ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Ebdulxenî Esedî kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya Îraqê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û pere pêdana hemahengiya navbera her du aliyan de hete kirin.

Me tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên çekdar yên derqanûnî li Îraqê kir.
Top