• Sunday, 28 July 2024
logo

Jina ciwan rastî destdirêjîyê hat û hate şewitandin

Gulan Media February 15, 2015 Civakî
Jina ciwan rastî destdirêjîyê hat û hate şewitandin

Li Mersînê Ozgecan Aslan a 20 salî rastî destdirêjîya 3 kesan hat û dawînde bi benzinê hat şewitandin û qetilkirin.

Li navçeya Mersîn Tarsûsê, jina ciwan Ozgecan Aslan (20) a berî sê rojan malbata wê ji ber windabûna wê serlêdan kir, bi awayekî şewitandî mirî hat dîtin. Hate hînbun kû Ozgecan rastî destdirêjîya 3 kesan hatîye hat û dawînde bi benzinê hat şewitandin û qetilkirin.

Der heqê cînayetê de 3 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 jê li xwe mukur hatin ku wan benzîn li Aslan kirine, ew şewitandine û avêtine Çemê Cîn ê li nêzî Goristana Elman a li Taxa Çamalan.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a sala 2014'an, di nava sala 2014'an de 294 jin ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dan.

Xendan
Top