• Sunday, 28 July 2024
logo

‘‘Li Herêma Kurdistanê ‘sinetkirina jinan’ kêm bûye’‘

Gulan Media February 10, 2015 Civakî
‘‘Li Herêma Kurdistanê ‘sinetkirina jinan’ kêm bûye’‘
Hat ragehandin ku li Herêma Kurdistanê “sinetkirina jinan” li gor salên borî kêm bûye. “Sinetkirina jinan” di sala 2011’an de li Herêma Kurdistanê hat qedexekirin.



Bi hevkariya 8 komeleyên jinan û projeyên ku hatin amadekirin, di sala 2014’an de xebatên agahdarkirinê hatin kirin. Di çarçoveya van xebatan de 500 hezar pirtûk hatin belavkirin. Nêzîka 50 saziyên civakî yên sivîl û saziyên girêdayê hikûmetê piştgirî dan kampanyayê. Bi xebata 9 tîmên birêvebirinê şêniyên 300 gundî hatin agahdarkirin.



Ji berpirsyarên kampanyayê Dr. Bêrîvan Adnandiyar kir ku di demên berê de li Iraq û Herêma Kurdistanê “sinetkirina jinan” zêde bû, lê di van salên borî de ev rêje kêm bûye. Rêveberiya Tenduristiyê ya Hewlêrê ragehand ku di wan lêkolînên sala 1987’an de hatine kirin ji jinan “ji sedî 70’yê wan sinetkirî bûn”, lê niha ev rêje gelekî kêm bûye. Saziya Lêkolînên Jinan a Wadî ku navenda wê li Almanyayê ye jî diyar kir ku li Ranya û Qeladizêya Silêmaniye ev rêje berê ji sedî 95 bû, lê niha ev rêje daketiye ji sedî 40’î.



Berpirsyarê Saziya Lêkolînên Jinan a Wadî Fellah Mûrathan derheqê xebatên ku li herêmê hatine kirin wiha got: “Li Herêma Kurdistanê heta ku qanûna sinetkirina jinan qedexe dike derneketibû û derheqê vê mijarê de lêkolînên berfireh nehatibûn kirin, ev rêje ji sedî 67 bû. Lê bi piştgiriya UNICEF’ê û xebatên agahdarkirina malbatan, dê û bavan ji sedî 70’yê wan soz dan ku wê carek din tiştek wiha nekin û nehêlin ku keçên wan bên sinetkirin. Malbatan di vê mijarê de soz da.”



Mûrathan da zanîn ku li parzemîna Asyayê rêveberiya ku “sinetkirina jinan” bi qanûnê qedexe kiriye tenê Herêma Kurdistanê ye û wiha axifî: “Lê ev qedexe bi tena serê xwe têr nake. Lewra divê ferzkirinaqanûnê baş bê kirin û yên ku berpirsyarê vê ne jî wezifeya xwe baş bikin.” Li gor gotina Mûrathan bi saya piştgiriya medya, saziyên civakî yên sivîl, alim û dilxwazan sinetkirina jinan gelek kêm bûye û lêkolînên dawîn jî nîşan didin ku ev mesele êdî bûye rastiyek.”



Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Parlementoya Kurdistanê Êvar Îbrahîmê jî qala qanûna ku “sinetkirina jinan” qedexe dike kir û got: “Lê wek ku em li bendê ne nayê ferzkirin. Divê saziyên civakî yên sivîl, alim, saziyên medyayê zêdetir qala neyînî ya sinetkirina jinan bikin û ji bo ferzkirina qanûnê jî piştgiriyê bidin. Ji bo ku ev diyarde bi tevahî ji holê rabe divê em dest bidin hev û bixebitin. Ev ferzkirina ku berê gelekî zêde bû, êdî gelekî kêm bûye. Ez dixwazim vê yekê jî bi kêfxweşî bibêjim.”



Li gor rapora ku Beşa Tenduristiya Zayînê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), li her çar aliyê dinyayê ji 125 milyonan zêdetir jin û keç hatin sinetkirin. Tenê li parzemîna Efrîqayê her sal nêzîka 3 milyon jin û keç rûbirûyê metirsiya sinetkirinê dibin.



Basnews
Top