• Sunday, 28 July 2024
logo

Pîremêrê kurd: Ez qasî zarokên xwe ji tizbiyên xwe hez dikim!

Gulan Media February 9, 2015 Civakî
Pîremêrê kurd: Ez qasî zarokên xwe ji tizbiyên xwe hez dikim!
Li navçeya Serêkaniyê (Ceylanpinar) ya Rihayê, pîremêrekî kurd ev 40 sal in bi firotina tizbiyan jiyana xwe derbas dike.

Li bajarokê Serêkaniyê yê Rihayê, pîremêrê bi navê Ferhan Tarlak (68 salî) ev 40 sal in tizbiyan difroşe û debara xwe dike.

Tarlak diyar kir ku 40 sal berê li bajar û navçeyên dorberê geriyaye û dest bi firotina tizbiyan kiriye.

Tarlak destnîşan kir ku berê wek kêfxweşiyekî li tizbiyan dinêrî lê belê paşê ji bo xwe ev wek karekî dît û wiha axivî:

"Dema ez diçim cihekî pêşî li çayxaneyan tizbiyên xwe difroşim. Bi taybetî jî ciwan eleqeyê nîşanî tizbiyan didin. Ez tizbiyên xwe yên ji diranên fîl, karîbar, kok û karîbara agir di navbera 10 lîre û 2 hezar lîreyî da difroşim. Ez wek zarên xwe ji tizbiyan hez dikim. Dema ku tizbiyeke baş difroşim hinekî berxwe dikevim lê belê dîsa jî mecbûr im bifroşim. Lewra ez bi vî awayî debara xwe dikim. Şikir ji Xwedê re nanê xwe pê derdixim."

Rudaw
Top