• Sunday, 28 July 2024
logo

UN:DAIŞ bazirganiyê bi zarokan dike

Gulan Media February 6, 2015 Civakî
UN:DAIŞ bazirganiyê bi zarokan dike

Komîteya Parastina Mafên Zarokan ya ser bi Rêxistina Netewên Yekbûyî di raportekê de belav kiriye ku, Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) li Îraq`ê bi hezara zarok revandine û li bazaran karê kirîn û firotinê bi wan kiriye û digel wê jî hejmarek zor ji wan zarokan di karê kiryarên xweteqandinê de bi kar aniye û beşek ji wan jî kirine mertalên mirovî bo parastina bargehên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê).

Rînîta Winter ya şareza di warê Mafên Zarokan de ya ser bi Netewên Yekbûyî amaje bi wê yekê kir ku, bi sedan zarokên Kurdên Êzîdî û kêmenetewên din û olên li îraq`ê ji aliyê terorîstên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) verû bi rûyê êşkencedan û mirin bûne û bi sedan jî hatine firotin.

Komîteya Parastina Mafên Zarokan ya ser bi Rêxistina Netewên Yekbûyî di beşek din ya raporta xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku, di dema niha de li Îraq`ê jiber tawanên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) di pileya yekem de li wê welatî zortirîn binpêkirin li hemberî zarokan hatine kirin

Xendan
Top