• Sunday, 21 July 2024
logo

Li Şingalê 100 keçên rizgarbûyên destê DAIŞê dibin polîs

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Li Şingalê 100 keçên rizgarbûyên destê DAIŞê dibin polîs
Li Şingalê 100 keçên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dibin polîs û parastina xelkê xwe dikin.

Heta niha 8 hezar û 600 kesên ji xelkê Şingalê navên xwe tomar kirine ku bibin polîsê ser bi Iraqê ve û biryar hatiye dayîn tenê 2500 polîs ji xelkê Şingalê bên wergirtin.

Li gor amarên kargêriya Şingalê dê 100 keçên Kurdên Êzidî bên wergirtin ku piraniya wan rizgarbûyên destê DAIŞê bin û beşek ji wan navên xwe tomar kirine.

Hela Cerdu berî çand rojan navê xwe tomar kiriye ku bibe polîs û li Şingalê bê wergirtin.

Cerdu dibêje, “Min navê xwe bo polîsên Şingalê tomar kiriye, xewna min bû ez rojekê çekê hilbigirim da ku berevaniyê li ber welatê xwe bikim.”

Dilsoz Mistefa yek ji wan rizgarbûyên destê DAIŞê ye û ew dibêje, “Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve be û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be, ti tişt ji me rizgarbûyan re bê kirin baş e.”

Biryar e hezar ji ew ên niha li Şingalê akincî û 1500 ên din jî ji kampên sînorê parêzgeha Duhokê bên wergirtin, bi rêya Kargêriya Xwecihî ya Şingalê ya niha li bajarokê Feydê dimîne.

Mehma Xelîl, Qayimqamê Şingalê, dibêje, “Bi zûtirîn dem hezar polîs ji xelkê Şingalê û yên jî ji nav kampan, navên wan tên tomarkirin, ji bo parastina Şingalê derdora wê.”

Tirsa beşek ji akinciyên Şingalê ew e ku di proseya tomarkirina navan de wastekarî hebe.

Berces Bihdu, bavê yek ji rizgarbûyên destê DAIŞê dibêje, “Her ji bo ku ev keçên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û yên din jî, bibin polîs tiştekî gelek baş e, bi dîtina min ti pirsgirêk tune ye.”

Îman Xelef, xwendekar, dibêje, “Gelek baş e keçên Êzidî bibin polîs, taybet ev ên ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji ber ku heta niha me ti mafek nîne.”

Mehmud Şengalê, hemwelatî, dibêje, “Keçên Êzidî bibin polîs û çek hilbigirin, tiştekî ne di cih de ye, ji ber ku divê rêz li wan bê girtin, min bi xwe 50 keç ji destê DAIŞê rizgar kirine, ez dizanim çiqas zehmetî dîtine. Herwiha ev yek li nav civaka Êzidî nayê qebûlkirin.”

Nayê zanîn kengî û li ku derê ew polîs dê dest bi meşq û rahênanê bikin û herwiha ev yek jî pêngavek bû ji rêkeftina Hewlêr û Bexdayê.

Li gor rêkeftina Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê, tenê polîs dê li navenda bajarê Şingal, nahiyên Sinûn û Girêzêr bimînin.

Rudaw
Top