• Sunday, 21 July 2024
logo

Wezareta Pêşmerge: Li Sihêla PKKê êrîşî me kir

Gulan Media December 16, 2020 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Li Sihêla PKKê êrîşî me kir
Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand, demjimêr 01:00ê şeva bihorî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke çekdarên PKKê de derket, ku dixwestin bi “qaçax û bi awayekê ne yasayî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”

Serbest Lezgîn, Birîkarê Wezareta Pêşmerge îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand: “Mixabin şeva bihorî bûyereke çaverênekirî li ser sînorê Iraq û Sûriyê çê bû, di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, di demjimêr 01:00ê şev de komeke çekdarên PKKê hewl dan, bi rêyên qaçax û nerewa derbasî nav Herêma Kurdistanê.”

Serbest Lezgîn behsa hûrgiliyên bûyerê kir û got: “Ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin, ku erka wan dema çend salan e li ser vî sînorî berdewam e, tevahiya xelkê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî jî vê dizanin ku me dergehên fermî hene bo hatin û çûn û hevahengî û pevgirêdana li gel Rojavayê Kurdistanê, lê ew çekdar demjimêr 1ê şev bi awayekê qaçax hewl dan ji avê derbas bibin, dem ku ji aliyê hêzên Zêrevaniyê ve tên dîtin, piştî ku piştrast dibin ku ew xelkê sivîl nînin, ew xelk nînin ku dixwazin ji vê rewşa li Rojava heye derbas bibin û ber bi Herêma Kurdistanê ve bên, ku piştrast dibin ew kes çekdar in, rêgirî li wan hat kirin û daxwaz ji wan hat kirin ku vegerin.”

Bi gotina Birîkarê Wezareta Pêşmerge, gelek hewl hat dan ji bo ku ew çekdar vegerin ku hejmara wan 8 kes bûn, “3 ji wan vegeriyan lê 5 ji wan hewl dan bêne nav Herêma Kurdistanê, Pêşmerge jî rê neda ew bi awayekê nerewa û neyasayî bêne nav axa Herêma Kurdistanê li vê deverê, ku devereke pir hesas e, devera Sihêla, Pêşabûr ku navçeyeke naskirî ye li tevahiya Kurdistanê.”

Serbest Lezgîn amaje bi wê yekê kir, ku hêzên YPGê jî ji Rojavayê Kurdistanê ve hatine ser sînor û êrîşî Hêzên Pêşmerge kirine û hewl dane dest bi ser xaleke Pêşmerge de bigirin û tekez kir: “Piştî çend demjimêran diyar e hêzeke YPGê di nava Sûriyê de xwe organîze kir û di demjimêr 4ê Sibehê de êrîşî ser xaleke Pêşmerge kir li vê deverê, êrîşeke hovane bi hemû çekên giran, BKC û 22 mm û RPG, zêdetir ji demjimêrek û nîvê şer berdewam kir. Pêşmergeyên me li vê xalê neçar man berevaniyê li xwe bikin. Wan jî hewl dan dest bi ser vê xalê de bigirin û êrîş bikin ser, lê di encamê de nekarîn bigihin armanca xwe û bi şikestinê vegeriyan nav Sûriyê.”

Serbest Lezgîn li ser navê Wezareta Pêşmerge bûyera şeva bihorî şermezar kir û got, “tev alî vê yekê dizanin hêzên YPGê di jêr araste û rasparde û fermana serkirdayetiya PKKê de kar dikin, ku mixabin Hevpeymaniya Navdewletî çend sal e li ser navê şerê DAIŞê hevkariya serbazî pêşkêşî wan dike û çek dide wan.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ku li ser bûyera şeva bihorî bêdeng nemînin, helwesta xwe ragihînin û vê bûyerê bi tundî şermezar bikin. Serbest Lezgîn got: “Bi rastî jî nayê qebûlkirin hêzên YPGê li nav Sûriyê bi vî awayî êrîş bikin ser Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.”

Lezgîn behsa hûrgiliyên wê hêz kir ku êrîşî Pêşmerge kir û diyar kir, “Ew hêz ji nav Sûriyê ve hatin, ji nav Rojavayê Kurdistanê ve hatin ku zêdetirî 50 heta 60 kesan dibûn, bi armanca ku zirareke mezin li Hêzên Pêşmerge bidin û dest bi ser vê xalê de bigirin.”

Derbarê kontrolkirina sînorên Herêma Kurdistanê de jî, Birîkarê Wezareta Pêşmerge got, “Em rê nandin ti qaçaxçiyekê, ti çekdarekî ku li ber çavê me û di jêr siya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rêyên nerewa û neyasayî bêne nav Herêma Kurdistanê, ne PKK û ne jî ji bilî PKKê û ne jî ti hêz û rêxistineke din ku di jêr her nav û navnîşanekê de xwe didin naskirin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge da xuyakirin, pevçûnên wê dawiyê yên li sînorê Amêdiyê û yên pêştir li sînorê Çemankê û herwiha bûyera şeva bihorî, “ji encama wê zilm û zordariyê ye ku li ser Herêma Kurdistanê heye û berdewam e” û aşkere kir, “Mixabin hinek li ser navê rêxistinên Kurdî bûne piyon û penageh ji bo xêrnexwaz û dijminên Herêma Kurdistanê, îro bûne beşek ji wê plan û bernameya ku dijmin û xêrnexwez dixwazin têkbirin û hilweşandina Herêma Kurdistanê bibînin, lê belê ev xeyaleke xaw e bo wan û piyonên wan.”

Di nava vê heftiyê de, ev duyem car e pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên PKKê de çê dibe.

Şeva 13ê Kanûna 2020an derdora demjimêr 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe û di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derketibû û teqe hatibû kirin.

Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj ê bi navê Ebdurehman Emîn û bi pileya Mulazim Yekm canê xwe ji dest dabû.

Berî mehekê jî li bajarokê Çemankê yê ser bi Amêdiyê ve, di encama êrîşeke PKKê de pêşmergeyek şehîd bibû û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Tevgera Yekîtiya Demokratîk (TEV-DEM) derbarê bûyera Amêdiyê de daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje: “Dibe ku ev bûyer bibe destpêka qonaxa jidestdana destkeftan û daxwaz ji aliyan dike, nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”

Tev-Dem ji sala 2014 ve îdareyek li Rojavayê Kurdistanê damezrandiye û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baskê çekdar ê PYDê ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî doh Sêşemê derbarê bûyera pêr a li qezaya Amêdiyê ya di navbera hejmarek ji gerîlayên PKKê û hêzên Pêşmerge de, li ser twîtera xwe ragihandibû, “Êrîşa Hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên PKK'ê li Amêdiyê cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza kurdî têk bibe.”

Mezlûm Kobanî herwiha gotibû, “Em banga rawestandina êrîşan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dikin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn di konferansa rojnamevanî ya îro de bersiva Mezlûm Kobanî da û got: “Mixabin Mezlûm Ebdî dibêje hêzên PDKê êrîş kirine ser gerîlayan, ku berovajiyê vê yekê rast e û gotina wî dûr e ji rastiyê, Mezlûm Ebdî û hevalên wî baş dizanin ku ew di axaftin û daxuyanî û nêrînên xwe de azad nînin, hemû daxuyanî û arasteyeke wan ji aliyê mamosteyên wan ji Qendîlê ve derdikevin, eger na tevahiya xelkê Kurdistanê dizane, ne tenê bûyera li Amêdiyê çê bû, lê tevahiya bûyerên din jî gerîla û çekdarên PKKê êrîş kirine ser xalên Pêşmerge.”


Rudaaw
Top