• Sunday, 28 July 2024
logo

Di girtîgehên Tirkiye de 450 zarok bi diya xwe re dimînin

Gulan Media February 1, 2015 Civakî
Di girtîgehên Tirkiye de 450 zarok bi diya xwe re dimînin

Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekir Bozdag destnîşan kir zarokên ku temenê wan di navbera 0 û 6an de ne, heger diya wan di girtîgehê de bin, li gor zagonê dikarin li cem diya xwe bimînin û wiha got: “Helbet em naxwazin zarok û diya xwe di girtîgehê de bin, lê rastiyeke wiha jî heye. Niha di girtîgehan da 450 zarok bi diya xwe ra dimînin.”

Bekir Bozdag di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Anadolê ragihand ku “Di girtîgehan da 450 zarok bi diya xwe ra dimînin.”

Bozdag li ser pirsa “Hejmara zarokên ku di girtîgehan da li cem diya xwe dimînin, çend e? Der barê vê mijarê da verastkirin heye yan na?” wiha got: “Niha hin zarokên ku temenê wan di navbera 0 û 6an da ne, li girtîgehê li cem diya xwe ne. Li gor zagonê dikarin li cem diya xwe bimînin. Helbet em naxwazin zarok û diya xwe di girtîgehê da bin, lê rastiyeke wiha jî heye. Niha di girtîgehan da nêzî 450 zarok bi diya xwe ra dimînin.”

Bozdag diyar kir ku Wezareta Dadê hemû pêwîstiyên zarokan ji kîsê xwe dide û wiha got: “Nûçeyên der heqê vê mijarê da derew in, wezaret lazimatiyên zarokan ji kîsê xwe dide. Niha xebatên verastkirinê tunene, lê em di vê mijarê da hesas in. Niha di girtîgehan da 450 zarok bi diya xwe ra dimînin.”

Basnews
Top