• Sunday, 28 July 2024
logo

Kurdekî Bakurê Kurdistanê li Hewlêrê xwe kuşt

Gulan Media January 25, 2015 Civakî
Kurdekî Bakurê Kurdistanê li Hewlêrê xwe kuşt
Polîsê Hewlêrê ragihand ku kurdekî Bakurê Kurdistanê îro li bajarê Hewlêrê xwe xeniqand û derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm ji Rûdawê re ragihand: “Îro seat 08.30 bi dema Hewlêrê, polîs hat agehdarkirin ku bûyereke xwekuştinê çê bûye.”

Karwan Ebdilkerîm aşkere kir ku, “Kesekî bi navê Baran Ços ku di sala 1976 de li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di nava mala ku tê de dijî, xwe bi benekî daleqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.”

Bi gotina berdevkê polîsê Hewlêrê, “Baran Ços bi tena xwe li Hewlêrê dima û bêkar bû, lê heta niha nediyare ku wî ji ber çi xwe kuştiye.”

Cenazeyê Baran niha li Pizîşka Dadê ya Hewlêrê ye.

Rudaw
Top