• Monday, 22 July 2024
logo

Dr. Elî Teter bo PKK û Tirkiyê: Şerê xwe ji me dûr bixin

Gulan Media December 14, 2020 Nûçe
Dr. Elî Teter bo PKK û Tirkiyê: Şerê xwe ji me dûr bixin
Parêzgarê Dihukê Dr. Elî Teter, li ser pirsa bombebarkirina navçeyên sînor ên parêzgeha Dihukê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ku bûne sedema şehîdbûna welatiyên sivîl axivî.

Parêzgarê Dihukê Elî Teter got: “Mixabin hebûna PKKê û hatina artêşa Tirkiyê bi hinceta lêdana PKKê bûne sedema malwêraniya xelkê Herêma Kurdistanê.”

Dr. Elî Teter di civîneke rojnamevanî de diyar kir: “Em daxwaz dikin ew herdu alî bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê eger her biryara şer dane, wê demê em daxwaz dikin wî şerî bibin nav mala xwe, çima şerê xwe dibin welatên din û dibin sedema malwêraniyê bo xelkên din, xelkê me westiya ye, 32 sal e xelkê navçeya me ji zevî û erdên bav û bapîrên xwe qut bûne ji ber wî şerî, em wî şerê li nav axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Weke tê zanîn duhê cenazeyên sê welatiyên medenî yên Kurd yên şêniyên devera Dêrelûkê ya ser bi Dihukê ve, yên ku di encama bordimana balefirên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabûn, hatibûn dîtin.
Top