• Monday, 22 July 2024
logo

Berpirsekî YNKê: Dema wê hatiye YNK bi curekî din bi PKKê re reftar bike

Gulan Media December 13, 2020 Nûçe
Berpirsekî YNKê: Dema wê hatiye YNK bi curekî din bi PKKê re reftar bike
Berpirsekî YNKê dibêje, êdî lazim e YNK reftarên xwe bi PKKê re biguherîne. Ew li ser şehîdkirina pêşmergeyekî li Pêncwênê jî, gumanê dixe ser PKK/PAJKê.

Berpirsê pêşmergeyên dêrîn yên YNKê li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê û fermandeyê serbazî yê YNKê, Hêriş Mela Xidir ji BasNewsê re got, destekî reş li pişt xwepêşandan û aloziyên çend rojên borî yên parêzgeha Silêmaniyê ye.

Hêriş Mela Xidir her wiha got, ewên ku bargehên partiyan û avahiyên hikûmetê şewitandin, xelkê bajarê Silêmaniyê nebûn, ji ber ku bajarê Silêmaniyê bajarê mirovên rewşenbîr û qehreman e û xelkê vî bajarî ti carî bajarê xwe wêran nakin.

Wî fermandeyê serbazî yê YNKê behsa rola PKKê jî di xwepêşandanan de kir û got, demek dirêj e PKK li parêzgeha Silêmaniyê aktîf e. bajarê Silêmaniyê mêvandost e û her dem deriyê xwe li ber mêvanan vekiriye. Lê PKK pîvanên mêvandariyê binpê dike û nan dixwe û sifreya me jî didirrîne.

Wî berpirsê YNKê anî ziman, êdî dema wê hatiye YNK reftarên xwe li hember PKK biguherîne. Lazim e PKK xebatên xwe derbasî Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bike. PKK behaneyan dide destê Tirkiyê da ku êrişî Herêma Kurdistanê bike. Ez fam nakin PKK çima tê li vir gumrikê werdigire?! Bi qasî ku ez dizanim pareyê wan gelek e.

Li ser şehîdkirina pêşmergeyekî PDKê li bajarokê Pêncwênê jî, wî berpirsê YNKê got, ew pêşmerge bi qenasê hatiye şehîdkirin. Xwepêşander nikarin wê çekê bikar bînin. Lê li wê deverê çekdarên PKK û PJAKê hene ji ber wê jî gumana mirov diçe ser wan.

Basnews
Top