Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Haco kir
![Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Haco kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552439Image1.jpg )
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 12ê Kanûna 2020an bi boneya koça dawî kesayetê niştîmanî Zinawer Haco peywendiyeke telefonî ligel biraziyê wî Kamîran Haco pêk anî.
Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiya telefonî de de hevsozî û hevxemiya xwe derberî û got: “Ji Xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bide hemûyan.”
Kamîran Haco jî di wê peywendiya telefonî de spasiya Serokê Herêmê Kurdistanê kirk u hevxemiya xwe anî diyar kiriye ji û malbatê re serxweşî xwestiye.
Zinawer Çaçan Haco roja Çarşemê 9ê Kanûna 2020an li welatî Swêdê piştî çend rojan ji rûbirûbûna nexweşiyeke giran li nexeşxaneyeke bajarê Sandvikenê koça dawî kir.
Zinawer Çaçan Haco yek ji kesayetên naskirî yê malbata Haco li Rojavayê Kurdistanê bû. Zinawer Çaçan di sala 1938an de li Gundê Mizgeftê yê ser bi Tirpê Spiyê ve hate dinyayê. Ew zewicî bû û bavê 7 zarokan e.
Rudaw