Erdogan li dijî Demirtaş bi tundî diaxive û HDP bersiv dide
![Erdogan li dijî Demirtaş bi tundî diaxive û HDP bersiv dide](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1607696117erdogan_saruhan_oluc.jpg )
Erdogan dibêje, "Divê herkes baş bizanibe ku em mafê axaftinê yê terorîstekî wekî Seleheddîn Demîrtaş naparêzin û ji xwe tiştekî bi vî awayî li holê nîn e. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku daraza me derfeta vê yekê nade terorîstên wekî Demîrtaş. Bo ku pêşî lê bê girtin têkoşîna me ya li hember wî dê hetta dawiyê berdewam bike û di vî warî de ka çi ji destê me tê em dê bikin."
Piştî van gef û axaftinên Erdogan yên derbarê Seleheddîn Demîrtaş de Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê bi awayekî tûnd bersiv da Erdogan. Li parlamentoyê ber bi hevdîtinên bûdçeya sala 2021an a wezareta Dadê re cîgirê serokatiya koma HDPê Saruhan Oluç balkişand ser îfadeyên Erdogan û got; Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku sûca kesekî bê pesendkirin derbarê wî de wekî sûcdar e axaftiye û bi vê yekê Destûra Bingehîn binpêkiriye.
Cihgirê Serokatiya Koma HDP Sarûhan Oluç dibêje, "Serokê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ku di heman demê de wekî Serokkomarê Tirkiyê jî tê nasîn, li gor xala 138an ya Destûra Bingehîn bi awayekî aşkere destûrê binpê dike û darazê araste dike. Herwiha ne carek tenê berê jî di vê derbarê de hewlên bi vî awayî çêbûne. Careke din gotibû 'Em dê rêyekê peyda bikin û bersiv bidin vê yekê' ev yek pêk anî. Got, 'tiştê pêwîst dê bê kirin' ew jî pêk hat. Lê ev têra wî nekir, piştre jî got 'em wî ji zindanê bernadin' ev jî wekî gotina wî lê hat. Bi van hemû gotinan sûca serokkomar aşkere û li ber çav e."
Herwiha li aliyekê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di bernameyeke televizyonê de axaftinên Erdogan yên derbarê Demîrtaş de nirxand û got; bêyî ku îddîanameya wî bê amadekirin Demîrtaş di zindanê de ye û ev yek bi tu awayî ne dadwerane ye. Herwiha Kiliçdaroglu got jî: halê hazir hîç kesek nikare li Tirkiyê behsa demokrasi û mafên mirovan jî bike.
K24