• Sunday, 28 July 2024
logo

Hewlêr: Efserekî balafirgehê di agir de şewitî

Gulan Media January 14, 2015 Civakî
Hewlêr: Efserekî balafirgehê di agir de şewitî
Efserekî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê di encama bûyereke şewatê de jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê ragihandinê yê Polîsê Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, îşev saet 8 agir bi mala efserekî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ket û di bûyerê de wî efserî jiyana xwe ji dest da.

Karwan Ebdulkerîm diyar kir ku mala wî efserî li taxa Badawe ya Hewlêrê bû û da zanîn, dema ew efser diçe depoya sobeyê tijî dike agir bi sobê dikeve paşê agir bi malê dikeve.

Wî rayedarê Polîs got ku ew efser di bûyerê de birîndar bibû lê dema di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.

Navê wî efserî Hawkar Tehsîn Omer û temenê wî 27 sal bû.
Top