Li Serê Kaniyê teqîn: Herî kêm 16 kuştî
![Li Serê Kaniyê teqîn: Herî kêm 16 kuştî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/552059Image1.jpg )
Li gor zanyariyan îro, 10.12.2020, li xaleke kontrolê ya leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve li başûrê Serê Kaniyê, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê dibêje, di encama wê teqînê de 3 leşkerên Tirkiyê, 11 çekdarên grûpa Sultan Murad û 2 kesên hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.
Parêzgariya Rihayê di daxuyaniyekê de li ser bûyerê, YPG bi encamdana wê teqînê tometbar kir .Li gor daxuyaniya parêzgariyê di teqînê de 2 leşkerên Tirkiyê û 2 çekdar hatine kuştin û 6 jê leşker 8 kes birîndar bûne.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, derdora demjimêr 15.25an li xaleke kontrolê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û got ku, di encama teqînê de 2 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.
Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.
Rudaw