• Monday, 22 July 2024
logo

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.

Gulan Media December 10, 2020 Nûçe
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.
daxwaz ji Amerîkayê kir daku roleke çavdêrane bilîze.
Di civînê de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 9/12/2020 me pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilatên nêz, David Schenker kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller têde beşdar bû, rewşa Îraq, deverê û pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê hate nîqaşkirin.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser pêşhatên dawî yên taybet bi prosesa diyaloga navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Îraqê û tekez li ser dabîn kirina maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê di bûdceya federalî de kir û me daxwaz kir Amerîka roleke çavdêrane li ser çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de bilîze, herwiha çend pêşniyar bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ya bo pere pêdana hêlbirîna Amerîkî li herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya berdewam bûna piştîvanî kirina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê kir.
Top