• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji jinên kurd platforma kar

Gulan Media January 8, 2015 Civakî
Ji jinên kurd platforma kar
Li bajarên kurdên “Platforma Jinên li Malê Sixebitin” ku 30 saziyên jinan pêk tê, hat damezrandin.

Platforma ku navenda wê li Wanê di bin bane Kooperatîfa Xebitandin û Çanda Jiyana Jinan (YAKA-KOOP) hat avakirin. Hat ragihandin ku projeya wê platform sala 2014an hatibû amadekirin.

Serokê platformê Gulmay Gumushan ji Rûdawê re diyar kir ku proje ji bo jînen li malê dixebitin hatiye avakirin û wiha got:

“Me hemû saziyên jinan tevlî vê platformê nekir ji ber ku hin pîvanên me hebûn. Me cîh da saziyên jinan ên ku eleqederên jinên li mal dibin. Di vê çarçoveyê de me 30 saziyên jinan tevlî platformê kir.”

Gumuşhan anî ziman ku ewê li ser medyaya civakî jî ji bo rêxistine bixebitin.

Kare di çarçoveya Malê de çi ye?

Xebatkarên wê ji sedî 85 jinan pêk tê û çend dezgehên wê yên cuda hene. Wek raçandina mehrûfan, kare hiriyê, rîçol, rîstek, tentenê, tiştên ji bo cihêzan û gelek karên din dikare bê hejmartin.

Rudaw
Top