• Monday, 22 July 2024
logo

Serokwezîr: Me tevahiya hewlên xwe bi tevger kirine

Gulan Media December 9, 2020 Nûçe
Serokwezîr: Me tevahiya hewlên xwe bi tevger kirine
dibêje hikûmet piştîvaniya Xwepîşandanên aştiyane dike.
‎Civîna civata wezîran bi dawî hat û Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro çarşem 9/12/2020an me bi amade bûna Cîgirê Serokwezîr, gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de me sersaxî da malbet û kesûkarên wan kesên ku di rojên derbasbûyî de canê xwe ji dest dan û bûne qurbanî. Careke din me ew yek ragihand ku welatiyên birzê yên mûçexor mafê wane bi awayeke şaristaniyane xwepîşandanê bikin, lê em daxwaz ji wan dikin ku rê nedin mafên wan yên reva ji aliyê hin kesên neberpirs ve bo têkdana rewşa aram ya herêma Kurdistanê çê kirina aloziyan werin bikaranîn. Me tekez li ser vê yekê kir ku tevahiya hewlên xwe bo dabîn kirina mafên reva û destûrî yên herêma Kurdistanê bitevger dikin, her di vê çarçoveyê de îro danê êwarê şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr bi tevahiya desthilatan ve serdana Bexdayê dike bo gehêştin bi rêkeftinek li gel hikûmeta federalî derbarê kêşeyên abûrî û darayî de.

Di berdewamiya civînê de me dilniyayî da welatiyan û mûçexoran ku hewldanên xwe yên li gel Bexdayê û hewldanên navxweyî yên xwe hevdem pêngavên xwe yên bo reformên îdarî, darayî û geşe pêdana şefafiyetê bo çareser kirina rewşa darayî û pêdana mûçe û şayisteyên darayî yên mûçexoran bi tevger kirine.
Top