Mamostayekî zanko bersiva “eniya çep” da: Xwe wek nûnerê xelkê nîşan nedin
![Mamostayekî zanko bersiva “eniya çep” da: Xwe wek nûnerê xelkê nîşan nedin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/16cda01342511db2f65ebb6ae17de6b3_L.jpg )
Îro danê sibê komek endam û berpirsên partiyên Şûî, Zehmetkêşan û Bizava Demokratîk ya Gelê Kurdistanê, ku xwe wek “eniya çep” didin nasîn, li ser rewşa ku niha li Herêma Kurdistanê heye, daxuyaniyek dan û êrişî hikûmeta Kurdistanê kirin.
Li ser vê mijarê, mamostayê zankoyê Rizgar Îsa ji BasNewsê re got, ew partiyên han gelekî biçûk in. Di nav xelkê de li ser wan tê gotin ku beroşek dolme têra wan dike!
Rizgar Îsa her wiha got, tevahiya wan partiyan bi hev re tenê kursiyek li parlementoyê bi dest xistine, ji ber ku xelk ji wan hez nake ji ber wê jî bila xwe wek nûnerê xelkê nîşan nedin.
Bi gotina wî mamostayê zankoyê, di hilbijartinan de endam û berpirsên wan jî dengê xwe nadin wan, vêca bila xwe zêde mezin nekin.
Basnews