• Monday, 22 July 2024
logo

Li Seyêd Sadiqê navendên 5 aliyên siyasî hatin şewitandin

Gulan Media December 8, 2020 Nûçe
Li Seyêd Sadiqê navendên 5 aliyên siyasî hatin şewitandin
navenda qayîmiqamî jî şewitandin.
Xwepîşander êrîşî ser navendên aliyên siyasî kirin.

Îro li bajarokê Seyêd Sadiqê ya li Parêzgeha Silêmanî xwepîşandan hate kirin û çend kesên bi navê Xwepîşander êrîşî ser navendên 5 aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin û şewitandin.

Xwepîşander herwiha êrîşî ser navenda qayîmiqamiya Seyêd Sadiqê jî kirin û ew jî şewitandin.

Herwiha xwepîşander êrîşî ser endameke partiya demokrata Kurdistanê kirin û lê dan.

Weke tê zanîn duhê jî li bajarokê Pîremegrûnê jî xwepîşandan hatibû kirin, Xwepîşander êrîşî ser navenda PDKê kiribûn.

K24
Top