Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û çekdaran de derketin
![Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û çekdaran de derketin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/551550Image1.jpg )
Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de li eniya Ezazê li bakurê Helebê şer û pevçûn derketin.
Çavkaniyên xwecihî li navçeyê ragihandin ku şer û pevçûn li nêzîk herdu gundên Kefer Kelbîn li başûrê Ezazê û Kefer Hesir li rojavayê wî bajarî derketin û çekên otomatîkî hatine bikaranîn.
Li herêma Minbic jî, şer û pevçûn di navbera şervanên Encûmena Serbazî ya Minbic û çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê derketine.
Şer û pevçûn li aliyê gundê el-Irêma li başûrê rojavayê Minbic derketine.
Heta niha herdu aliyên şer tu daxuyanî derbarê encamên wan pevçûnan de nedane.
Rudaw