• Monday, 22 July 2024
logo

Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û çekdaran de derketin

Gulan Media December 8, 2020 Nûçe
Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û çekdaran de derketin
Li hêrêmên Ezaz û Minbicê şer û pevçûnên tund di navbera hêzên Kurdî û grûpên çekdar de derketin.

Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de li eniya Ezazê li bakurê Helebê şer û pevçûn derketin.

Çavkaniyên xwecihî li navçeyê ragihandin ku şer û pevçûn li nêzîk herdu gundên Kefer Kelbîn li başûrê Ezazê û Kefer Hesir li rojavayê wî bajarî derketin û çekên otomatîkî hatine bikaranîn.

Li herêma Minbic jî, şer û pevçûn di navbera şervanên Encûmena Serbazî ya Minbic û çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê derketine.

Şer û pevçûn li aliyê gundê el-Irêma li başûrê rojavayê Minbic derketine.

Heta niha herdu aliyên şer tu daxuyanî derbarê encamên wan pevçûnan de nedane.

Rudaw
Top