• Sunday, 28 July 2024
logo

Vîrûsa Ebolayê qirrka DAIŞê girt!

Gulan Media December 31, 2014 Civakî
Vîrûsa Ebolayê qirrka DAIŞê girt!
Hat zanîn ku di nav çekdarên DAIŞê de nexweşiya Ebolayê hatiye dîtin û komek çekdar bi wê nexweşiyê ketine.

Berpirsê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Îsmet Receb ji Rûdawê re got, du çekdarên DAIŞê çûne nexweşxaneya Mûsilê û piştî ku hatine kontrolkirin, eşkere bûye ku ew çekdar bi nexweşiya Ebolayê ketine.

Îsmet Receb diyar kir ku vîrûsa Ebolayê bi rêya çekdarên biyanî yên DAIŞê re derbasî nav çekdarên rêxistinê bûye.

Li gorî wî rayedarê PDKê, belavbûna vîrûsa Ebolayê li Mûsilê dê bibe gefek mezin li ser jiyana xelkê bajêr, ji ber ku DAIŞê bajar xistiye tiqûfê û nahêle ti kes jê derkeve.

Vîrûsa Ebolayê ku heta niha bi hezarran kes pê mirine, destpêkê li welatên afrîqî yên mîna Gîne, Lîberiya, Sierra Leone û Nîjeriyayê derketiye. Heta niha jî mirov ji ber wê vîrûsê can didin.

Rudaw
Top