Jinek libnanî û hevjînê wê li Hewlêrê hatin kuştin
![Jinek libnanî û hevjînê wê li Hewlêrê hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/92925Image1.jpg )
Rêveberê Giştî yê Polîsê Hewlêrê Emîd Ebdulxaliq Telet di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Welatiyekî bajarê Hewlêrê, ku endazyar e, jinek û hevjînê wê, ku herdu libnanî ne kuştiye û termên wan jî li odeya razanê şewitandiye.”
Emîd Ebdulxaliq Telet wiha got: “Di nava 48 seatan de ew bikujê ku dixwest her dervey welat, hat girtin.”
Polîsê Hewlêrê sedema wê bûyerê bo hebûna pirsgirêkeke civakî di navbera wan de vegerand.
Rêveberê Giştî yê Polîsê Hewlêrê wiha domand: “Bikuj li gorî madeya 406 a qanûna Iraqê dê were cezakirin.”
Telet behsa dem û çawaniya kuştina wan dike û dibêje: “Tawanbar şeva 23ê berfenbarê çûye mala wê malbatê bi hêncete birina şêrînî ji wan re, lê çekekî pêşketî ligel xwe dibe û herdukan dikuje û piştre wan li odeya razanê dişewitîne.”
Biryar e ku sibe termê wê jinê û hevjînê wê bi rêya kunsolxaneya libnanî li Hewlêrê bo welatê wan bên şandin.
Rudaw