Keçek Kurd li Qamişlo hatiye revandin
Keça Kurd bi navê Meryem Hemdo keça Bekrî û Nisrîn e ku ji gundê Til Hasil`ê ye û temenê wê 16 salî ye ku eve 20 roj in li Hotêla El Emîn ya bajarê Qamişlo dema vegera wê ji Herêma Kurdistan`ê hatiye revandin.
Hêjayî gotinê ye ku, bi sedan welatiyên sivîl yên Kurd ji aliyê grûpên terorîst yên li Sûriye ve hatine revandin û hîna çarenivîsa bi dehan ji wan ne diyar e.