• Monday, 22 July 2024
logo

ŞINGAL - YBŞ dibe beşek ji Heşda Eşayîrî

Gulan Media December 5, 2020 Nûçe
ŞINGAL - YBŞ dibe beşek ji Heşda Eşayîrî
Piştî rêkeftina li gel berpirsên Iraqê, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) baregehên xwe li Şingal û Sinûnê radestî polîs û firqeya 20 a Iraqê kirin. YBŞ dibe beşek ji Heşda Eşayîrî ya fewca 80.

Serokê Encûmena Xweser a Xanesorê Dexîl Murad dibêje, “Baregehên YBŞê ên fermî radestî Iraqê hatin kirin. Li gor biryarê (YBŞ) 2-3 kîlometre ji bajar dûr ketin.”

Çar lîwayên polîsê federalî hatine sînorê Şingalê û li gor gotina Parêzgarê Mûsilê, biryar e hêzeke din jî bê Şingalê û Hêza Dije Teror li nava bajar bicih bibe.

Parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî dibêje, “Ew rêkeftin dê were cîbicîkirin û hinek hêzên din jî dê belav bibin, ev yek qezaya Şingalê aram dike.”

Zêdetirî 4 sal e 7 hêzên çekdar li Şingalê hebûn û xelkê Şingalê jî boçûnên xwe hene derbarê pêşhatên dawî û guhertina wan hêzan.

Şîrîn Şivan, karmenda tendirustiyê dibêje, “Bi rastî her hêzêk biçe û bê, guhertin çê dibe lê em xelkê Şingal her li vir in.”

Îsa Elî, mamasta, diyar dike, “Her tişt baş e, çi tirs nemaye. Niha li nahiya Sinûnê rewş baş e.”

Suzan Qasim dibêje, “Em nizanin kî dê me biparêze, artêş, polîs an Heşd be, em nizanin kîjan hêz li pişt me maye ku me biparêze.”

Nêzikî 700 endamên asayişa ser bi YBŞê ve niha li Şingalê mane û hêj negihîştine rêkeftinê û baregehên xwe radestî polîsê federal û artêşa Iraqê nekirine.

Li aliyê din li gor rêkeftinê, wek xala sêyem, biryar hate dayîn heftiya bê, kargêriyeke nû bo Şingalê bê danîn.

Rudaw
Top