• Monday, 22 July 2024
logo

Berpirsekî Îsraîlî: Metirsî heye Îran êrişî Kurdistana Iraqê bike

Gulan Media December 4, 2020 Nûçe
Berpirsekî Îsraîlî: Metirsî heye Îran êrişî Kurdistana Iraqê bike
Berdevkê Fermî yê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê bo Medya Erebî, hişyariyê dide û dibêje, "metirsî heye Îran hewla êrişkirina ser Îsraîliyan bide li welatên derdorê, wek Kurdistana Iraqê."

Piştî kuştina zanayê etomî yê Îranê, nîgeraniya Îsraîlê ji karvedana Îran, ji hemû welatên cîhanê zêdetir e, ji ber ku Îran Îsraîlê bi wê yekê tometbar dike ku li pişt kuştina wî zanayê etomî ye.

Ofir Gendelman, Berdevkê Fermî yê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê bo Medya Erebî, li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Li jêr ronahiya êrişên vê dawiyê yên Îranê û beşdarbûan di êrişên terorîstî, nîgeranî heye ku Îran hewl bide êrişî Îsraîliyan bike li welatên derdorê yên wek, Gurcistan, Azerbaycan, Tirkiye, Îmarat, Behreyn û Kurdistana Iraqê û tevahiya navçeyê û Afrîkayê.”

Li gor gotina Gendelman, “Rêxistinên cîhadî yên cîhanî dixwazin êrişî ser Îsraîlê bikin û tev digerin. Eger heye beşek ji wê pêla terorîsma Îslamî ya niha bigihine wan armancan ku wek civaka Cihû û Îsraîl nas kirîne.”

Li gor Berdevkê Fermî yê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê bo Medya Erebî, dibêje, “Rêxistinên cîhadî yên cîhanî, bi taybetî DAIŞ û piştevanên wê, egereke zêde heye êrişên terorîstî encam bidin, ev jî bi li ber çavgirtina êrişên ku vê dawiyê li Fransa, Nemsa û Almanya hatine encamdan.”






Roja 27ê meha derbasbûyî, Muhsîn Fexrîzade, zanayê bernameya etomî û mûşekî ya Îranê li navçeya Abserdî Demawend li Tehranê hat kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Îranê jî ragihand ku Muhsîn Fexrîzade hatiye “terorkirin ” û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Xaminêyî, Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tohmetbar kiribû.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Îsraîl bi kuştina Muhsin Fexrîzade, tohmetbar kir û got, di demeke guncaw de “dê bersiva me hebe bo wan tawanan ku li hember me tên kirin.”

Muhsîn Fexrîzade 1961an ji dayîk bûbû û profesorê Zanista Fîzya bû li Zanîngeha Îmam Husên a Tehranê.

Fexrîzade wek “sindoqa reş” a dosyeya emnî ya Îranê dihat zanîn û endamekî bilind ê Supaya Pasdaran bû û herwiha hinek kes wî wek “bavê bernameya etomî ya Îranê” binav dikin.

Hevdem Bêhruz Kemalvendî, Berdevkê Ajansa Etomî ya Îranê ji medya wî welatî re ragihand, tendirustiya hemû zanayên wan baş e û ti kes ji wan birîndar nebûye û rastî bûyerekê nehatiye.

Sala 2018an Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê di gotareke xwe de behsa Muhsîn Fexrîzade kir û got ku ew bernameya etomî ya Îranê birêve dibe. Netanyahu pişta xwe bi wan 100 belgeyan girê dida ku Îsraîlê ji Îranê veguhastibûn.

Di navbera salên 2010 ta 2012, 4 zanayên etomî yên Îranê bi navên, Mesud Elî Muhemmedî, Mecîd Şehiryarî, Darîwş Rêzaîncad û Mistefa Ehmedî Roşan hatin “terorkirin.”

Herwiha zanayekî etomî yê din ê Îranî bi navê Fereydun Ebasî, ji hewleke kuştinê bi birîndarî rizgar bû.

Hikûmeta Îranê, Îsraîlê bi kuştina wan zanayan tohmetbar dike û ji 2011an ta 2012 Îranê hejmarek kes bi tohmeta encamdana wan karan desteser kir û ragihand ew “kirêgirtiyên Îstîxbareta Îsraîlê (MOSSAD) bûne.”

Rudaw
Top