Li parêzgeha Sêrtê bi hêza 5 Rîxter erdhej çê bû
![Li parêzgeha Sêrtê bi hêza 5 Rîxter erdhej çê bû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/550711Image1.jpg )
AFADê ragihandiye, navenda erdhejê li qezaya Misric a Sêrtê û hêza erdhejê jî 5 pileyên Rîxter bûye û erdhej di kûrahiya 20 kîlometriya erdê de çê bûye.
Peyamnêrê Rûdawê Ebduselam Akincî ragihand, li Amedê jî hest bi rûdana erdehjê hatiye kirin.
Herwiha li gor agahiyên hatine belavkirin, xelk ji tirsa derketine derve û li Êlih û Mêrdînê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.
Hêj derbarê zirarên erdhejê de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Li aliyê din Waliyê Sêrtê ragihand ku heta niha li navenda bajarokê Misricê ti zerarek nehatiye destnîşankirin û tîmên wan li gund û navçeyên dûr dest bi lêkolînan kirine.
Rudaw