• Monday, 22 July 2024
logo

Seroka fraksiyona PDKê: Xelk dizane ew parlamenterên kurd ên neyarê Kurdistanê dixwazin çi bikin

Gulan Media December 3, 2020 Nûçe
Seroka fraksiyona PDKê: Xelk dizane ew parlamenterên kurd ên neyarê Kurdistanê dixwazin çi bikin
Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragehand, li gor destûrê li ser hikûmeta navendî pêwîste mûçe û mafên darayî yên fermanberên herêma Kurdistanê bide, li gor sîstema federalî wisa ye. herwaha got xelk dizane parlamenterên neyarê herêma Kurdistanê dixwazin çi bikin.

Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger berpirs û desthilatdarên Iraqê baweriya wan bi sîstema federal û destûra Iraqê heye, pêwîste hemû madeyên destûra mayînde ya Iraqî bicîh bikin. Yek ji wan babetên li destûra Iraqê de jî, mûçe û mafên darayî yên herêma Kurdistanê ne, ku li gor berga sêyem a madeya 121 a destûra mayînde hatiye garantî kirin. Ji ber wê nabe mûçeyê xelkê têkelî milmilaneyên siyasî bibe.’’

Herwaha got: ‘’Tişta mirov diêşîne helwêstê çend parlamenterekî kurde li Parlamentoya Iraqê, ku hizreke gelek teng li gel wan heye û hizra yên li Bexdayê ne bicîh dikin ji bo berjewendiyên xwe, ku di helbijartineke din de jî deng bidest bixin. Lê xelkê Kurdistanê wê rastiyê baş dizane, xelk hişyare dizane nêrîna wan çawa ye li Bexdayê.’’

Viyan Sebrî got: ‘’Ya baş ew endam parlamenterane fikir li xelkê bikin ku dengê wan ve çûne Bexdayê. Ji ber wê jî pêwîste berevanî li mafên xelkê yên darayî yên fermanberên herêma Kurdistanê bikin. Ne ku li gel parlamenterên şovenîst hewla birîna mûçe û mafên darayî yên herêma Kurdistanê bidin, ew li gel hemwelatiyan û dengdêrên xwe rastbin.’’

Basnews
Top