• Monday, 22 July 2024
logo

Hûrgiliyên rêkeftina YBŞ û artêşa Iraqê

Gulan Media December 3, 2020 Nûçe
Hûrgiliyên rêkeftina YBŞ û artêşa Iraqê
YBŞê ji Şingalê vekişiya û hemû baregehên xwe radestî artêş û polîsê Iraqê kir û li gel Iraqê rêkeft ku endamên wê hêzê bi awayekî sivîl wek asayîşa Êzidxanê li baregehên xwe bimînin.

Li gor rêkeftina li gel hikûmeta Iraqê, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) baregehên xwe yên li navenda Şingalê radestî polîs û Lîwaya 20 a artêşa Iraqê dikin.

Lîwaya 20 a Iraqê ji bo asayişa Êzidxanê, li gel YBŞê gihîştin rêkeftinê û li gor wê yekê endamên asayişê dê medenî bimînin.

Lê beşek ji alîgirên Encûmena Xweser a Şingalê û Asayişa Êzidxanê xwepêşandanek saz kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Yek ji xwepêşanderan bi navê Ferîde Ebas diyar dike, “Dibêjn bila asayişa Êzidxanê nemîne, em vê yekê qebul nakin şeş sal in ji ber ew me diparêzin, em wisa bi hêsanî naçin.”

YBŞ dê hêzên xwe vekişe bo Çiyayê Şingalê û derdora qezaya Şingalê. Biryar hatiye dayîn YBŞ bi ser fewca 80 ya Heşda el Eşayîr ve bê wergirtin.

Serokê Encûmene Xanesorê Dexîl Murad dibêje, “Em dê baregeha asayişa xwe radestî wan bikin. Asayiş dê bimîne bi awayekî medenî. 500 kes ji wan bi awayekî fermî dê bên wergirtin ser bi ewlekariya Iraqê ve.”

Rayedarên serbazî ji Mûsil û Bexdayê li Şingalê amade bûn û biryar hat dayîn heta 4ê meha 12 hemû xalên rêkeftina Hewlêr-Bexdayê bên cîbicîkirin.

Berdevkê Operasyonên Iraqê, Tehsîn El Xefacî dibêje, “Em îro li vê derê amade bûn û biryar ket warê cîbicîkirinê. Li gor rêkeftina Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêzên Iraqê amade ne bo cîbicîkirina bendên rêkeftinê ku careke din jiyan vegere.”

Qonaxa sê ya rêkeftinê ew e; kargêriyeke nû ji bo Şingalê bê danîn û hemû hêzên çekdar ji Şingalê derkevin.

Li gor rêkeftinê, firqeya 20 a artêşa Iraqê dê li navenda bajar û derdora wê bimîne û firqeya 15 a artêşa Iraqê jî dê li nahiyeya Sinûn û derdora wê bicih bibe.

Rudaw
Top