• Monday, 22 July 2024
logo

Metirsîdartirîn welatê cîhanê diyar bû

Gulan Media December 3, 2020 Nûçe
Metirsîdartirîn welatê cîhanê diyar bû
Kompaniya Navdewletî ya Hawarçûnê dibêje, “Sûriyê welatekî metirsîdar e û nabe ti kes serdana wî welat bike.”

Kompaniya Navdewletî ya Hawarçûnê, zanyarî û xizmetên emnî û tendirûstî li ser asta navdewletî belav dike û navenda wê ya sereke jî li Sîngaporê ye.

Wê kompaniya navdewletî derbarê rewşa emnî ya welatan raportek belav kir û tê de cih da welatên herî ewle û herî metirsîdar.

Li gor nirxandina wê kompaniyê, Sûriye, Lîbya, Iraq, Angola welatên herî metirsîdar in li ser rûyê erdê û pêşniyaz dike “ti kes serdana wan welatan neke.”

Jibilî welatên herî metirsîdar, welatên herî ewle jî di raportê de hatine aşkerekirin.

Li gor Kompaniya Navdewletî ya Hawarçûnê, Gronland, Swîsre, Slovenya, Finlenda û Denmar ji welatên herî aram in li ser rûyê erdê.

Ew kompanî dibêje, geştyar li wan welatan rastî pirsgirêkeke emnî nayên.

Sûriye di raporta wê saziyê de wek metirsîdarîn welatê cîhanê hatiye binavkirin ku ev di demekê de ye li wî welatî ji sala 2011an ve şerekî navxwe berdewam e.

Di encama wî şerê navxwe de ku dewletên navçeyê û zilhêzên cîhanê jî destwerdan tê de kirine, Sûriye wêran bûye û di warê îdarî de ne yekgirtî ye û gelek grûpên çekdar jî tê de bicih bûne, taybet jî li parêzgeha Idlibê û deverên din ên li jêr kontrola artêşa Tirkiyê.

Rudaw
Top