Rêveberiya Xweser bersiva Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê dide
![Rêveberiya Xweser bersiva Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê dide](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/Mihemed-Salih-Ebdo.jpg )
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba di gotarekê de li Perlemana Sûriyê ragihand, xwendin û perwerdehiya li dibistanên Rêveberiya Xweser tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye. Herwiha got jî ew ê dibistanan ji destê Rêveberiyê dervixin û ew ê bi xwe 2 demjimêran kurdî lê bidin.
Li ser van daxuyaniyên Wezîrê Perwedehiyê yê Sûriyê, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Salih Ebdo ji K24ê re got: “Em wek Desteya Perwerdeyê, em amade ne di bin serperiştiya UNESCO û UNICEF de danûstandinê bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê re bikin, ji bo bigihin encamên erênî.”
Di sala 2015an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser perwerdehiya bi zimanê kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên deverê kiriye û minhacê hikûmete tenê li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamislo û Hesekê tê xwendin.
K24