• Monday, 22 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel baylozê Rûsyeyê civiya

Gulan Media December 3, 2020 Nûçe
Serok Barzanî li gel baylozê Rûsyeyê civiya
tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê de kirin.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê hate kirin.

Îro çarşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Bexdayê Maksim Maksimov kir.

Di civînê de balyozê Rûsyeyê silav û rêzên nûnerê taybetî yê Serokê Rûsye û wezîrê derve yê Rûsyeyê gehande Serok Barzanî.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa giştî ya li deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî û Maksimov giftûgo derbarê têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê de û herwiha bihêztir kirina têkiliyên han kirin.
Top