• Monday, 22 July 2024
logo

Tirkiye li pey derfetê ye

Gulan Media December 3, 2020 Nûçe
Tirkiye li pey derfetê ye
Tirkiye dixwaze li gel cîhadiyan operasiyoneke din bike.
Dixwaze êrîşî ser Rojavayê bike.

Peyvdarê hêsên Sûriyeya Demokatîk ( HSD) Kino Gabriel ragihand ku Tirkiye hîn jî dixwaze operasiyonên xwe yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bidomîne.

Kino Gabriel diyar kir ku niha Tirkiye li pey derfeteke goncawe daku dîsa dest bi operasiyonên xwe yên leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.

Gabriel diyar kiriye ku niha Tirkiye dixwaze ji nediyarî û aloziyên heyî yên di nava rewşa deverê de fêde bistîne û li gel komên cîhadî operasiyonên din yên leşkerî li dijî Rojavayê lidar bixe.
Top